Polîtîk

Barzanî: Em şerê dewleteke terorîstiya pirçek dikin

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di civînekê de digel serokomarê Îraqê got ku, herêma Kurdistanê ne şerê rêxistinek terorîstî dike lê belê herêma Kurdistanê şerê dewleteke terorîstî ya xwedî çekê giran dike.

Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê, îro li havîngeha Selahedînê pêşwazî li Fuad Mesûm serokomarê Îraqê kir û behsa pirosesa siyasî û emnî li Îraqê û şerê pêşmergeyê Kurdistanî li dijî rêxistina DAÎŞê kir û serokê Kurdistanê got:

          Em ne rûbirûyê rêxistineke terorîstî dibin, lê belê em şerê dewleteke terorîstiya pirçek dikin ku, dijî hemû pirensîpên mirovatiyê ye.

Li gor malpera serokatiya herêma Kurdistanê, Barzanî û Mesûm di civînê de; rewşa emnî û siysaiya Îraq û herêma Kurdistanê, metirsî û gefên rêxistina terorîsta DAÎŞ bo ser Îraq û Kurdistanê gotûbêj kir û tekîd li ser wê yekir ku, divê hemû alî bi hemû îmkanên xwe li dijî wê rêxistina terorîstî rawestin.

Weke tê zanîn ev çend carare parlamentoya Îraqê dicive û nikare kesek bo posta serokwezîrtiyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê destnîşan bike. Heta nuha aliyên Şîiy nikarîne di nav xwe de li ser kesek li hev bikin.

Back to top button