Civak

Ez nerevîme

Ev çend peyv bersivek bo wan kesên îdiya dikin ku, pêşmerge ji eniya şer reviye

Ez nerevîme

Ez pêşmerge me, şagird û perwerdeyê xwendingeha  Mistefa Barzanî me yê ku, tixûbê sê dewletan şikandî, çemê Aras birî û serê sê welatên dagîrkên Kurdistanê çemandî. Ji Çel û Berçela bipire, ji kozik û çeperên bergirîkirin û parastina yekemîn Komara Kurdistan li Mihabadê bipirse dê ji tere bêjin ez kîme û tu carî ez ji eniyên şer û ji çeperên berxwedana li dijî dijminên hovên gelê Kurdistanê  nerevîme.

Ez şagirdê dibistana şoreşa Îlona mezin û şoreşa Gulana  azadîxwaz im, perwerdeyê rêbaza pîroz ya kurdparêziyê, dewletbûnê, serxwebûnê, rêbaza Barzanî me, piştgermê dirûşmê Yan Kurdistan Yan neman im û gotina bi şikestina bêhêvî nebin û bi serketina jî xiror nebin im,  kur û neviyê mêrçak û mêrxasên dastanên çiyayê Hindirîn, Zuzok, Hemrîn, Gare û Metîn im û ez nerevîme û tu carî min kozik û çeperên parastina gel ji bo dijminan çol nekirîne.

Ez pêşmergeyê wî serokî me yê jêr alaya Kurdistanê jidayîk bûy û yê hertim amde  ji bona bilindragirtina wê alayê xwe bike qurban im. Enfalan, kîmiyabarana Helbece, jinavbirina 8 hezar barzaniyan, qirkirina kurdên feylî û kompiloya navdewletiya sala 1975ê li Cezaîrê  ez neçamandîm e.

Werin ji kevir- kevir, teraş-teraş, çiya-çiya, gelî-gelî yên Kurdistanê bipirsin, ji çem û rûbarên Kurdistanê bipirsin ew dê ji we re bêjin ez kîme. Ji dastanên berxwedanê ên  Xwakurk, Korê, Dêrelok û kanîmasê bipirse ew dê baş ji we re bêjin ez kîme û ez nerevîme û hertim li ser rêya azadîxwza rizgariya Kurdistanê çûyme.

Ez pêşmergeme min ji Şinaglê heta Xaneqînê bihust-bihust li ser axa Kurdistanê ji bona parastina axa pîroza Kurdistanî li hemer hovtirîn, dirindetirîn leşkerê cîhanê şer kirye, li berxwe daye û mal û canê kurdistaniyan parastiye. Di ferhenga pêşmerge de peyva rev nîne û ew peyv tu carî nakeve nav ferhenga berxwedana pêşmergeyê Kurdistanê de.

Lewre ez ji we re dibêj im ez nerevîme, ez li eniya şer im di çeperê parastina şeref û kerameta xelkê Kurdistanê canê xwe feda dikim û heta paqijkirina hemû Kurdistanê ji dijminan me her û her pêşveçûne.

 

NH

07.08.2014

Back to top button