Cîhan

Fransa piştevaniya xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir

Serokomarê Fransayê di peywendiyeke telefonî de digel serokê Kurdistanê, piştevaniya welatê xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û êrîşên rêxistina DAÎŞ şermezar kirin

Franswa Holand serokomarê Fransayê di peywendiyeke telefonî de digel Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê piştevaniya Fransayê bo herêma Kurdistanê nîşan da û êrîşên grûpa DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Li gir daxuyaniya fermiya qesira komarî ya Fransayê, serokomarê Fransayê ji Barzanî re gotiye ku, Fransa daxwaza civîneke Civata Ewlekariya Navdewletî kiriye ku, li ser rewşa Îraqê bicive û civaka navdewletî li dijî terorê raweste û alîkariya wan welatan yên ku, şerê terorê dikin, bike.

Back to top button