Polîtîk

Kurdistan li cîhanê nav û dengek baş daye

 

Di destpêka hevdîtinê de Komîserê Bilindê Penaberên ser bi Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo rexsandina vê hevdîtinê spas û xweşhaliya xwe nîşan da û ji bo yarmetîdan û pêşwazîkirina li wê hejmara zêdeya penaberên Sûriye spasî rola Serok Barzanî û Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir û navxweya Iraqê ku bi sedema şer û nebûna aramî û asayîşê xwe spartine Herêma Kurdistanê. 

Her peywîst bi vê babetê Komîserê Bilindê Penaberên ser bi Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ragihand ku pêwîste civaka navdewletî li yarmetîdana xelkê koçber û lêqewimiyan de agahdarî hewlên Herêma Kurdistanê bê û balkişand li ser wê yekê ku her çende Bexda bi sedema birîna budçeya Herêmê berbestekî mezin û guşarekî zêde li ser Herêma Kurdistanê dirust kiriye lê belê ewê girînge Herêma Kurdistan li yarmetîdan û hewandina koçberan de kiriye cihê rêz û pêzanînekî mezine û amadehiya xwe jî ragihand ku bi hemû şiyanek ve yarmetiya Hikûmeta Herêmê bidin û welatên cîhanê jî li vê bexşîna Herêma Kurdistanê agahdar bikin û civaka navdewletî jî han bidin ku yarmetiya Herêma Kurdistanê bikin. Antonîo Gotêrz li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê pêgeh û nav û dengeke xwe yê zêde baş li navendên cîhanî de bi dest ve aniye û yek ji aramtirîn cihên Rojhilata Navîne û cihê hêviya rêxistinên navdewletiyane.

 

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasiya helwesta Komîserê Bilindê Penaberên ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî jî kir ku bi başî rola hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê li yarmetîdana koçberan gihîştine û ragihand ku Herêma Kurdistanê li hemû rewşek da amadeye yarmetiya xelkê koçber bide û li wê babetê da ewê ji bo Herêma Kurdistanê girînge yarmetîdana koçberane bi bêyî li berçavgirtina întîmaya olî û neteweyî ya koçberan û ewê li aliyê xelkê Kurdistanê ve girînge bihayên mirovahî û kerameta însane ku mixabin bi sedema siyaseta nerewaya dîktatoran hatiye binpêkirin û bûye sedema koçberbûna sedan hezar kesên li Sûriye û Iraqê da û şanda mîhvanan jî ji wê yekê dilniya kir ku dergeh û sînor û dilê xelkê Kurdistanê bi ruyê hemû mirovekî koçber û lêqewimiyan hatiye kirin.

Behskirina rûdawên Musil û tehdîda terorîstan û proseya siyasiya Iraqê û rewşa emniya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

 

Back to top button