Îran naxwaze Berhem salih bibe serokkomarê Iraqê
Hat ragehandin ku Komara Îslamî ya Îranê naxwaze Berhem Salih bibe serokkomarê İraqê û hewl dide her bi çi awayekî Necmedîn Kerîm bike serokkomar.
Çavkaniyeke pêbawer ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got: ‘’Îran bi tundî li dijî Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Berhem Salih radiweste û naxwaze ew bibe serokkomarê İraqê.’‘
Heman çavkaniyê eşkere kir ku ji bo vê mebestê berpirsên payebilind ên Îranê endamên Polîtburoyê Hêro Îbrahîm Ehmed, Necmedîn Kerîm û Serokê Encûmena Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad vexwendine daku di zûtirîn dem de li Tehranê bin.
Ji Dengê Amerîkayê Elî Cewanmerdî li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê wiha nivîsiye: ‘’Çavkaniya YNK’ê tekez kir ku Îran dixwaze her çawa be parêzgarê Kerkûkê û endamê Polîtbıroya YNK’ê Necmedîn Kerîm bike serokkomarê İraqê.’‘