Polîtîk

Barzanî dixwaze Salih bibe serokkomarê Iraqê

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran piştgiriya namzetkirina Berhem Salih dikin bo postê serokkomarê İraqê û li dijî namzetkirina Necmedîn Kerîm in.

Li gor çavkaniyeke pêbawer a PDK’ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgiriya Berhem Salih dike bo wergirtina postê serokkomarê İraqê. Çavkaniyeke nêzîkê Tevgera Goran jî ragehand ku Noşîrwan Mistefa jî piştgiriya Berhem Salih dike da postê serokkomar werbigire.

Li gor heman çavkaniyê, nerazîbûna Noşîrwan Mistefa li ser namzetkirina Necmedîn Kerîm bi helwêsta vê dawiyê ya Necmedîn Kerîm ve girêdayî ye ku xwestiye Kerkûk wek herêmeke serbixwe bimîne û venegere ser Herêma Kurdistanê. Li gor Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa, ev pêngava han ‘xiyaneteke neteweyî’ ye û kes qebûl nake.

Heman çavkaniyê got: ‘’Hêro Îbrahîm Ehmed jî razî bûye ku Berhem Salih bibe namzetê postê serokkomar, lê bi mercê dest ji postê cîgirê sekreterê giştî yê YNK’ê berde, daku postê Bexdayê wek karteke zextê li dijî YNK’ê bikarneyîne. Herwiha YNK bi xwe jî dizane ku kesekî ji Berhem Salih baştir nîne bo wergirtina wî postî.’‘

Ji aliyekî din ve jî Îran dixwaze Necmedîn Kerîm li Kerkûkê bimîne, ji ber mana wî ya li Kerkûkê dibe asten li pêşiya bihêzbûna PDK’ê li wî bajarî. Li gor agahiyên BasNewsê, Berhem Salih jî di serdanên xwe yên vê dawiyê de bo Îranê garantî daye ku ew jî wek Talabanî dibe bo ragirtina pêgeha İranê li İraqê.

Li gor çavdêrên siyasî, nerîna Noşîrwan Mistefa li beramber Necmedîn Kerîm berevajiya helwêstên 50 salên borî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye ku Celal Talabanî rêbertiya wê dike. Bi baweriya çavdêrekî siyasî, ev helwêsta Noşîrwan Mistefa di berjewendiya Kurd de ye û pêgeha wî bi xwe jî bihêz dike.

Hêmin Salih/BasNews

Back to top button