Polîtîk

Sala 2007ê Nêçîrvan Barzanî pêşbînya rewşa îro kir bû

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê sala 2007ê di civînekê de digel şandeyeke Amerîkayê, pêşbîniya bûyerên îro li Îraqê diqewim in kir bû.

Li gor belgenameyeke Wikileaks, roja 17ê gulana 2007ê heyeteke sefaretxaneya Amerîkayê serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin û di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji heyeta amerîkayî re dibêje ku, şîye û sune li hev nakin û pirosesa aşitiyê di navbbera şîye û sunan de sernakeve û Barzanî ji amerîkiyan re gotiye ku, ji bona çareseriya pirsên Îraqê divê Amerîka û Îran li hev bicivin û li ser Îraqê li hev bikin.

Li gor belgeya Wikileaks ku, di malpera Rudaw de hatiye weşandin, di civînê de serokwezîrê Kurdistanê gotiye:

Îran dizane ku, bi tenê ew û Amerîkaya piştgiriyê li hikûmeta Îraqê dikin.

Pirosesa aşitiyê di navbera şîye û sunan de sernakeve û ev yek jî ne şaşiya Amerîkayê ye, lê belê ve rastiyeke.

Her dema hêzên Amerîkayê ji Îraqê vekişin dê rewşa Îraqê wek berê lê bê.

Divê Amerîka hizira xwe di çaresriyê de, ne di avakirina hikûmetek merkeziya  bihêz de,  bike. Ji ber ku, hikûmetek nawendî  li Îraqê serketî nabe.

Serxwebûna Kurdistanê niha ne di berjewendiya kurdan de ye, lê divê sîstema hukimdariyê li Îraqê federalî, ne hikûmetek nawendî,  be.

Pêwîste Îran û Amerîka li ser pirsa Îraqê nêzîkî hev bibin û bi hev re bigihin çareseriyekê

Ji berpirsên îranî, Qasim Silêmanî û Elî Larîcanî tesîrek herzî zêde li ser Îraqê heye

Îran ditirs e ku, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê, sune desthilatê bigirin destê xwe

Ne Amerîka û ne jî Îsraîl êrîşî ser Îranê nakin

Her dema Bexda razî bibe, normal e peywendiyên kurd û Îsraîlê hebin

 

 

Back to top button