Civak

Daxuyaniya wezereta Pêşmerge

Di erbarê bûyerên li Iraq û Kurdistanê de wezereta Pêşmergeyan daxuyaniyek belav kir.

Sekreterê giştî yê wezereta Pêşmerge Cafer Yawer daxuyakirin ku Hêzên parastina Kurdistanê bi sebrin lê zebrin jî.

Daxuyaniyê de hate ragihandin ku: “ Serokatiya Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê bi awayekî gelekî zelal û eşkere helwêsta xwe derbarê rewşa nû de eşkere kirin ku bi hîç awayekî Herêma Kurdistanê nabe aliyek ji nakokiyên navbera pêkhateyên cuda yên İraqê. Herwiha dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya gotûbêj û şêwazê siyasî werin çareserkirin. Bi hemû şiyanekê jî Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî dê ji her êrîşeke derve û terorîstan were parastin û bi hîç awayekî çalakiyên leşkerî li derveyê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî nayên kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de dê gotin: Em tekez dikin ku hemû Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê bi hemû şiyana xwe berevaniyê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî dikin û ji grûbên terorîst re dibêjn ku Hêzên Parastina Kurdistanê bi sebir in, lê belê bi zebrin jî.’‘

Back to top button