Polîtîk

Peyama serok Barzanî li ser madeya 140ê

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser madeya 140ê peyamek da raya giştî û di peyama xwe de dixwaze meseleya wê madeyê zêdetir zelal bike.

Barzanî di payama xwe de dibêje ku, dema madeya 140ê di destûra Îraqê de hat bi cî kirin, mana wê ew nebû ku, kurdan şik û guman li ser kurdistanîbûna wan deverên diketin sînora madeya 140ê hebû, lê belê ji bo hindê bû ku, ew pirs bi çareseriyên qanûnî û bi aşitî yekalî bibe:

          Lê piştî derbasbûna 10 salan hikûmeta Îraqê bi cîbicîkirina wê madeyê pabend nebû. Hebûna hêzên pêşmerge li wan deveran tiştek nû nîne. Her ji sala 2003ê ve pêşmerge bi hevbeşî digel leşkerê Îraqê û li hindek deveran jî bi tenê beşek ji wan deveran diparast û li hindek deveran jî wezîfeya parastinê bi tenê li ser leşkerê Îraqê bû.

          Lê piştî bûyerên vê dawiyê leşkerê Îraqê ji wan deveran paşde vekişiya û ji wandeveran derket û hêza pêşmerge ji bo parastina tixûbên Kurdistanê û ser û malê xelkî û rêgirtin li hatina terorîstan wezîfeya parastina wan deveran wergirt.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe de dibêje ku, çûna pêşmerge bo wan deveran wê manayê nade ku, kurd dê bi zorê xwe li ser wan deveran feriz bikin:

          Em dê bi awayekî şefaf û bi rêya referandom raya rûniştvanên deverê wergirin û dê hurmetê ji raya xelkî re bigirin û dê pê pabend bin û êdî pêwîst nake behsa madeya 140ê bê kirin yan jî li dor wê madeyê pirs bên kirin.

Back to top button