Daxûyaniya PDK-T û Bîranîna Şex Seîd
Daxûyanî:
Roja bibîranîna Şêxseîd ê nemir li Diyarbekîr li dar ket û daxwuyanîya eşkerekirina gora wî jî hate ragehandin. Li taxa deryê çiyê gelê Kurdan civiyan, bi beşdarbûna rêxistinên cuda dema xutbê gorbihuşt Şêxseîdê nemir bi çalakîyek mutewazî li dar ket.
Di rêxistinên Kurdan de bingeh û netewîtî yeke. Dibe kû fikr û ramanên guruban an jî partîya cuda bin , di vî warîde ji hevre rêzgirtin û hurmet hebe, Kurdistan , ne malê kesayet û kesane .
Ji bo şexsîyet u berjewendîyan jî meriv hevdû biçuk nake ûheriyê navêje rêxistinên netewî .
Rexnekirin û hişyarkirina şaşîtî û xeletîyan tiştekî dine .Rêbaz û daxwaz yek be dehwa doz û şoreşgerîya Kurd û Kurdistanî têne ihmalkirin.
Berî rojekê, di nava rêxistinan de civina biryara û bernama bi biranîna ŞÊXSEÎD tê radigihandin.
Wekî kû li jor diyardibe kû gel dicive , PDK ya hêla kek Sertaç Bucak jî tê taxê, dibine ku endamên PDK-T li wir amadene.
Ev partî bi navekî pîroz , bi navekî Kurdistanî cara yekem ji alîyê Dewleta Tirkan ve hatîye pejirandin . Kek Sertaç bucak dibêje ku PDK -T ye livirbe em beşdar nabin û emê herin. Ew helwest ji alîyê rexistinin din va hate şermezrkirin û rexnekirin lê li kesekî ne hisya û Alê xwe tomar kirin û çun.
Ev tiştekî bê hurmetîye bê rêzgirtinîye, bê huquqîye, di rojek wuha de meriv naçe û bê hurmetîyê ji biranina şêxseid re nake, ev tevger ne ehlaqîye, ne siyasîye, ne huquqîye, em PARTÎ DEMKKRAT KURDİSTAN TİRKÎYA wan şermezar dikin û divê lêborîna xwe bixwazin .
PDK-T /DİYARBEKİR