Cîhan
Liberman: Emê ji berî her kesî dewleta Kurdî nasbikin
Serokê Israil Şimon Peres ji bo pişgiriya gelê kurd bangî serokê Amerika Obama kir.
Di vê derbarê de Şimon Peres da xuyakirin ku,Kurdan ji xwe dewletek demokratik û serbixwe li Bakurê Iraqê ava kirine. Tirkiye jî pişgiriyê dike. Herweha Peres da xuyakirin ku ew bawer nake ku Iraqêk yekgirtî serbikeve.
Aliyê din li gora Rûdaw radigihîne, wezîrê derve yê Israilê Avigdor Liberman ragihand ku eger dewletek Kurdî serbixwe bête ragihandin emê ji berî herkesekî vê dewletê nas bikin.