Nêçîrvan Barzanî û Erdogan civiyan
Li gora Kurdistan TV ragihandî, îro li Enqereyê Serokwezîrê Tirkiye Rece Teyyib Erdogan pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û heyeta pê re kir.
Di hevdîtinekî de ku hijmareke rayedarên din yên Tirkiye û Kurdistanê tê de amade bûn, behsa rewşa Îraqê û peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê hate kirin.
Derbarê rewşa Îraqê de Erdogan û Barzanî tekez li ser girîngiya rizgar kirina Îraqê ji vê qirîza ku di wan demên dawî de hatiye holê kirin û ragehandin ku rêya herî baş ya parastina serweriya Îraqê pêk anîna hikûmeteke berfire ya nîştimaniye û ji bo vê yekê jî dibe tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê bêyî ti cudatî û herwiha bêyî perawêz xistinê bi awayekî wekhev beşdariya prosesa siyasiya Îraqê bikin.
Derbarê êrîşên DAÎŞIê de jî eşkere kirin ku DAÎŞ metirsiyeke gelek mezine bo ser deverê bi giştî û dibe tevahiya aliyan bihevre hewl bo şerê li dijî DAÎŞê bidin.
Di beşeke din ya civînê de jî Barzanî û Erdogan behsa peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê kirin û tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên han kirin.