Fransa spasiya serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir
Êvariya îro dûşem 16.06.2014 Laurent Fabius Wezîrê Derveyê Fransa li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir.
Li vê peywendiya telefonî da Wezîrê Derveya Fransa silavên Serokê Fransa bi Serok Barzanî gihand û destxweşiyê li Serok Barzanî kir ji bo wê yekê ku hêza Pêşmerge kariye bi navê vegerandina aramiya wê valahiyê pir bike ku li encama paşvekêşana hêzên artêşa Iraqê li piştî girjî û aloziyên vê dawiyê serî hildabû. Her wiha ji bo wê pêşwazî û yarmetiya ku pêşkeşiya koçberên Nînowa û cihên din kiriye spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir.
Li vê peywendiyê da Wezîrê Derveyê Fransa ji bilî behskirina alozî û hestiyariya rewşa siyasiya Iraqê, nîgeraniya xwe û welatê xwe li pêşketina hêza çekdaran û tehdîda terorê nîşan da û tekez li wê yekê kir ku Serok Barzanî ew serkirdeye ku bikare li beranber vê qeyranê rawestê û çareseriyek peyda bike.
Li beranber da Serok Barzanî gelek spasî Serokê Fransa û Wezîrê Derveyê Fransa kir û eve jî dûpatkir ku Kurdistan herdem penageh û pêgehekî aram dibê û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê jî hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê û ew navçeyên niha li bin kontrola hêza Pêşmergedane diparêzê û hêvî jî xwest ku pêvajo cîgîr bibê û aramî vegerê. Li dirêjahiya vê peywendiyê da Wezîrê Derveyê Fransa ragihand ku Serokê Fransa bi hurî çavdêriya pêvajoya Iraqê dike û tekez li ser berdewamiya peywendiya di navbera Fransa û Kurdistanê kir û hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê Kurdistanê xwest.