Serokê Kurdistanê li gel berpirsên serbazî civiya
Êvariya îro dûşem 16.06.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna birêz Kosret Resûl Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê li gel berpirsên serbazî û emniyên Herêma Kurdistanê civiya.
Li vê kombûnê da amadebûyan bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî bi kurtî di derbarê serdana xwe ya Ewrûpa û encamên wê ya ji bo amadebûyan behs kir.
Her li vê kombûnê da berpirsên bilindên hêza Pêşmerge û asayîşa Herêma Kurdistanê naveroka rûdawên vê dawiyê ya parêzgehên Nînowa û Kerkuk û cîhên din her li destpêka qeyranê şîrove kir û Serok Barzanî ji wan hemû tevger û amadekariyên ku ji aliyê hêza Pêşmerge û hêzên asayîşa li Herêma Kurdistanê û wan navçeyên li encama paşvekişana artêşa Iraqê li ber girtiye agahdar kir.
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku erkê ser şanê hêzên Pêşmerge û asayîşe ku ser û malê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê biparêzin û parêzgeriyê jî li wan koçberan bikin ku li encama têkçûna rewşa emnî mal û halên xwe bi cîh hiştine.
Li beşekî dinê civînê de behsa wan mekanîzmeyan kirin ku bibê sedema bi hêztirbûna rewşa asayîşa Herêma Kurdistanê û ew navçeyên li encama dirustbûna valahiyê ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatine kontrol kirin. Ew jî li rêya pêkanîna hejmarek lîjneyên taybet û pîspor li warên cûda cûda de.
Aliyê siyasî qeyran û aloziyên vê dawiyê ya Iraqê û çawayiya muamelekirina li gel rewşa nû mijareke dinê vê hevdîtinê bû.