Helwesta Qendîl û Îmralî cudaye
KCK piştî ku du kes li ser rêya Licê hatin kuştin, bangî xelkê kir ku li hemû severî serhildanê bikin.
Wek tî zanîn eve demekê alîgirên PKKê li ser rêya Licê xendeq kolane û rê girtine. Di encam de leşkeran midaxele kir û du kes hatin kuştin. Piştî vê bûyerê KCK bang kir ku bila ciwan, keş û xort derkevin serê çîyan û di nava refên gerila de cih bigre û li dijê faşîzma Ak-Partiyê şer bikin.
Herweha KCK dide xuyakirin ku ew di serokatiya Ocvalan de dê vê serhildanê bikin.
Lê di rastiya xwe de tê zanîn ku Ocalan li gel hukumeta Ak-Partiyê li hev kiriye û daye xuyakirin ku li dijê van çalakiyan e.
Gelo niha li himber vê banga KCKê ku ne li gora dilê Ocalane , dê helwesta Îmralî çibe?
Yanjî ev dema ku Ocalan û hukumeta Ak-Partiyê lihevkirî, armanca vê bûyerê têkdana pêvajoyê ye? Gelek pirsên din tîne rojevê. Lê dixweye dîtina Îmralî û Qendîlî cudaye.