Pêşmerge amadene
Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand ku hêzên wan di amadebaşiyê de ne ji bo rûberûbûna her êrîşekê de ku bê ser xelkên sivîl û navendên aliyên siyasî yên Kurdî li Mûsilê û div ê bare de jî em li hêviya fermana Serok Barzanî ne.
Ferîq Cebar Yawer, emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bo KDP.info got: “Heta niha tu fermanek ji fermandeyê giştî ya hêzê çekdarî bi mebesta livandina hêz ji bo navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêmê bi giştî û Mûsil jî bi taybetî bo Wezareta Pêşmerge nehatiye, her demekê ku Serok Barzanî ferman bike, dê hêzên Pêşmerge bilivin.”
Yawer dibêje: “Hêzên Wezareta Pêşmerge di amadebaşiyê de ne ji bona rûberûbûna her tundûtî û aloziyekê de li Mûsil ku bibe sedem ji bo gehandina ziyanan bi xelkên sivîl li taxên Kurdan û navendên aliyên siyasî yên Kurdî li Mûsil, di vê bare de em li hêviya fermana fermandeyê giştî yê hêzên çekdar û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin.”
Ji aliyekî dî ve, Hakim Tariq, rêveberê giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Hêzên pêşmerge yên ser bi Wezareta Navxwe ve ne, berdewam di rewşa amadebaşiyê de ne, û her demê Seroê Barzanî ferman bide ji bona parastina xelkên sivîl li taxên Kurdan li Mûsilê, wê demê em ê hêza xwe bilivînin.”
Hakim Tariq Gerdî got: “Hemahengiyeke mezin di navbera hêzên Zêrevanî û hêzên Wezareta Pêşmerge de heye û herdû wezaret ji bona livandina hêzên xwe bo Mûsilê li hêviya fermana Serok Barzanî dikin.”