T.C.K ŞêX Me`şûqê şehîd bi bîr anî
Rojavayê kurdistanê- Herêma Aliyan-gundê Aleqosê-5-6-2014 ; Tevgera Ciwanên Kurd salvegera 9emîn ya şehîdbûna Şêx Me`şûqê Xeznewî li dar xist li bin duruşma (emşehîdên xwe ji bîr nakin) , bi amadebûna partî, ciwan, rêxirinên sivîl û cemawerên herêmê .
Pêşî rawetanek bêdeng bi marşa kurdî Ey reqîb re , dûvre çend gotinên di vê mijarê de ;
-Gotina T.C.K berhevkarê giştî Faris Muhemed xwend .
-Gotina Encumena xocehî ya ENKS li Çelaxa (Nesreddîn Birhik) Ebdulxefar Muhemed xwend.
– Gtona Komeleya Rewşenbîrên Kurd Muhemed Reşîd xwend .
-Babetek ser jiyannameya Şêxê şehîdan keça kurd Gulnaz Elî xwen .
Piştre şanowek hate pêşkêkirin ji hêla bîro wa çand û ramanê ya T.C.K ve li ser xebat û berxwedan û şehîdbûna şêx li ser destê ewlekariya Rijêma Esed ve di bin eşkencê de .
Gotina T.C.K û ENKS tekez kir ser daxwaza Tevgera siyasî ya kurd li civaka navnetewî bi zindakirin û dadkirina tawanbarên Rijêma Sûriyê û diyarkirina çawaniya kuştina D.M.Me`şûq di 1ê pûşbera 2005an de piştî revandina wî li Paytextê bi bîs rojan .
Tê gotin ku vê salê ne ENKS ne jî EGRK bîranîna Şêx Me`şûq li dar ne xistin û ne ya Şehîdên 12ê adarê bi rengekî hêjayî meqamê wan .