Polîtîk

Wezîrê rejima Esad li Qamîşlo şov kir

 

 

Wezîrê Bergiriyê yê rejima Bişar esad  Casim El Firêc serdana bajarê Qamişlo kir. Dema wezîrê rejimê serdana Qamîşlo kir di nava leşkerên rejimê de axavtinek kir.

Di axavtina xwe de da xuyakirin ku hukumeta Suriye li hemû derên Suriye şere teroristan dike.

PYD û hêzên çekdarên PYDê di dema serdana wezîr de qet helwestek danaynin. Belê wezîrê rejimê serdana Qamişlo dike, lê partiyên Kurdistanê nikarin bikevin Kurdistana Rojava de. Rejim û PYD rê nade vê yekê.

Wek tê zanîn heta niha sekreterê PDKS nikare derbasî Kurdistana Rojava bibe. PYDê hinek berpirsên PDKS ji Suriye bi darê zorê derêxistin rêkirin Başûrê Kurdistanê.

 

Back to top button