Cîhan
Serok Barzanî ligel wezîra derve ya Îtaliyayê civiya
Serokê Kurdistanê û wezîra derve ya Îtaliyayê li Romayê civiyan.
Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Îtaliyayê îro Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Paytexta wî welatî Romayê de ligel wezîra derve Federica Mogherini civiya.
Di hevdîtina han de Serok Barzanî û Mogherini behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê û herwiha mekanîzimên pêwîst bo berfiretir kirina peywendiyên han kirin.
Di berdewamiya hevdîtina Serok Barzanî û Mogherini de rewşa siyasî ya Iraq û deverê hate nîqaşkirin.