Ocelan: Cemîl Bayîk û grûpa wî dixwazin pirsan bi şer çareser bikin
Osman Ocelan dibêje ku, PKK li Qendîlê dixwaze pirsgirêkan bi şer çareser bike û dixwaze aramî û îstîqara bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê û rojvayê Kurdistanê têk bide û yaku Cemîl Bayîk dike PYD jî ketiye jêr wê siyasetê û her du, PKK û PYD dixwaz in bakur, başûr û yojavayê Kurdistanê bêxine nav şerekî ku ne di berjewendiya kurdan de ye.
Osman Ocelan, birayê serokê zîndankiriyê PKK Abdula Ocelan û çend sale ji PKK veqetiyaye, ji malpera kdp.inf re dibêje:
– Mixabin, PKK ji Qendîlê dixwaze pirsgirêkan bi şer çareser bike û dixwaze aramî û îstîqrara bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê bixe jêr nîrê xwe û têk bide ku, ew şer ne di berjewendiya kurdan de ye. Divê di nava van 4-5 salan de kurd nêzîkî şer nebin û divê di nav aşitiyê de bijîn. Lê belê ew siyaseta Cemîl Bayîk peyrew dike û PYD jî ketiye jêr tesîrê wê siyasetê, dixwaz in bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê bêxin nav şerekî ku ew şer ne di berjewendiya Kurdan de ye. di vê qonaxê de Partiya Demokrata Kurdistanê û serok Barzanî rê li şerê kurd dijî kurd digir in.
– Kak Mesûd Barzanî ji bo aşitî û azadiya kurdan xebatê dike û ew li dijî şerê navxweyî ye, lê PKK û Qendîl bi hevkariya dewleteke hermî dixwaz in şerekî di nav kurdan de dirust bikin û ew destleftiyên het nuha bi dest ve hatine jinav bibin.
Ocelan dibêje ku, ew kesekî welatparêze û li dijî sisyaseta serokatiya PKKê ye û dibêje:
– Cemîl Bayîk kesekî neteweyî nîne, hisa wî ya neteweyî gelek lawaz e û bi awayekî dostane nêzîkî bizava neteweyî ya kurd nabe. Ne bes tenê Cemîl Bayîk, lê grûpa Cemîl Bayîk yan çetên Cemîl Bayîk li dijî neteweya kurd in. Ew dema me digot yekêtiya netweyîya kurd, hîngê wan ji bo têkdana wê fikrê hêzek dirust kir.
Osman Ocelan dibêje ku, grûpa Cemîl Bayîk bi hevkariya dewleteke cîran doza kurd kiriye amanc û li dijî berjewendiyên kurdan tevdiger in û PÇDK li başûr û PYD li rojava bûne mîlakê serokatiya PKKê û siyaseta wê dimeşîn in.