Hevpeyvîn

Mistefa bo Amerîkayê: Biryara kurdan di destê kurdan de ye

Hikûmeta herêma Kurdisdtanê dibêje ku, Yekêtiya Ewropayê di biryara hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê hinartin û firotina nefta Kurdistanê de têdigehe û ew  hurmetê jî ji helwesta Amerîkayê re digire:

          Lê biryra kurdan di destê kurdan de ye û em hêvîdar in ku, Amerîka di hevkêşeya siyasî  têbigihe û xwe nexe nav nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, herwesa terefdariya çu aliyan neke û eger Amerîka bêdengiyê hilbijêre bi a me baştir e.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ku, yek ji endamên şandeya bi serokê herêma Kurdistanê re bo Ewropayê ye,  li dor helwesta welatên Ewropayê li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:

          Her çiqas ev pirs, pirsa hinartin û firotina neftê, pirseke navxweyî ye, lê tevî vê jî welatên Ewropayê di siyaseta herêma Kurdistanê a di warê neftê de têdigihin. Dewletên Ewropayê dizanin ku, me destûra Îraqê bin pê nekiriye û em bi destûra Îraqê pabend in. Karên me destûrî û qanûnî ne û di berjewendiyên xelkê Kurdistan  û Îraqê de ye. Me di warê enerjiyê de siyasteke serkeftî peyrew kiriye û hikûmeta Îraqê di warê siyaseta enerjiyê de şikestin xwariye.

Li dor helwesta Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li hember firotina nefta Kurdistanê, Mistefa got:

          Me rêz û hurmet ji bo Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê heye, lê biryara kurdan di destê kurdan de ye û em hêvîdar in Amerîka di hevkêşeyên siyasî têbigihe û xwe nexe nav nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û terefdariya tu aliyan neke û eger ew bêdengiyê hilbijrê bi a me baştir e, çunkî a ku em dikin di berjewendiya gelê Kurdistan û xelkê Kurdistanê de ye. Nabe em li bendê bimîn in ka kî dê ji mer e bêje ev raste û kî ji mer bêje tu şaş î.

 

 

Back to top button