Bi bêminetî bersiva Bexdayê da

Hikûmeta herêma Kurdistanê berî çend rojan dest bi hinartin û firotina nefta Kurdistanê, a embarkirî li Bendera Cîhan li Tirkiyeyê, kir. Li ser vê yekê hikûmeta Îraqê ragehand ku, ew dê şikayetê li Tikiyeyê bikin  û wê bidin mehkemeyê. Li ser vê helwesta hikûmeta Îraqê Mistefa got:

          Ew tiştê me weke hikûmeta herêma Kurdistanê kirî di çarçoveya destûra Îraqê  de ye û karek qanûnî ye, ev demek dirêje rê li hinartina nefta Kurdistanê tê girtin û êdî em nikarin zêdetir çaverê bin. Cîhan jî têdigihe ku, hikûmeta Kurdistanê ev maf heye.

Mistefa di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku, Dewletên Ewropayê dizanin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di siyaseta xwe ya di warê neftê de serkeftî ye û îroj herêma Kurdistanê dikare neftê berhembîne û bo derve binêre û Kurdistan bibe bazarê enerjiya cîhanê. Ev çend salin hikûmeta Kurdistanê di warê enerjiyê de kar dike û çend kompaniyên mezin û navdarên cîhanê di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin. Wan kompaniyan lêkolîn li ser destûra Îraqê kirine û bi rêya qanûnazanên navdewletî ev piroses şirove kiriye û ew gihiştine wê baweriyê ku ew karê ew li herêma Kurdistanê dikin destûrî û qanûnî ye.

          Me bi awayekî zelal û vekirî ji cîhanê û Bexdayê re gotiye ku, eger we bivêt em digel Îraqê bimîn in û bi hev re kar bikin, hîngê divê hemû bi destûra Îraqê ve pabend bin, çunkî serdema piştguhxistin û ku  merkezek biryarê li ser hemû tiştan bide û paşeroja Kurdistanê di destê kesên xeyrî kurd de be, ew serdem derbas bûye. Yan divê têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji nûve bên avakirin yan divê rêyeke din bê dîtin.

          Bila Bexda biçe aramî û emniyetê dabîn bike, bila Bexda biçe elektirîk û îstîqrarê bo hevwelaityên xwe dabîn bike û paşî bila bê û giliyan li herêma Kurdistanê bike. Bi rasî em ji daxuyaniyên berpirsên Bexdayê bêzar bûn û ew daxuyaniyên berpirsên Bexdayê bê mana ne.

          Yan divê em hevbeşên rasteqîne bin û li gor destûrê biyar bên dan, yan em bixwe dê biryara xwe bidin. Em dipirsên; Gelo çima Bexda li hember tezmînatdana qurbaniyên kîmiyabarana Helebce bersiva me nade? Çima Bexda li hember wêrankirina 4500 gundên Kurdistanê bersiva me nade? Li hember kuştina 8 hezar barzaniyan , bi hezaran enfalkiriyên Germiyanê û 12 hezar kurdên feylî Bexda bersiva me nade? Çima Bexda rêzê li qanûnên navdewletî nagire û diçe şikayetê dike?

Nerîna min :