Cîhan

Beyanameya wezareta derve ya Birîtaniyayê li ser serdana Barzanî

Wezîrê karê derve yê Birîtaniyayê pêşwazî li serdana serokwezîrê herêma Kurdistanê bo Birîtaniyayê dike.

Wezîrê karê derve digel serokwezîrê herêma Kurdistanê;  têkeliyên navbera Keyaniya Yekbûyî û herêma Kurdistanê û ew hilbijartinên di vê dawiyê de li Îraqê hatine encam dan û pirsa mafê mirovî behis kirin.

Li Londonê, roja 19.05.2014ê, di yekemîm serdana wî ya fermî bo Keyaniya Yekbûyî, wezîrê karê derve yê Birîtaniyayê pêşwazî li serokwezîrê herêma Kurdistanê kir. Piştî wê civînê William Hague wezîrê karê derve got:

– Ez kêxweş bûm ku, îro min pêşwaziyê li Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Ev serdana  wî minasibetek bû, ji bona ku, em xweşhaliya xwe li hember têkeliyên xurt yên dostane yên navbera Keyaniya Yekbûyî û herêma Kurdistanê Îraqê diyar bikin, bi awayekî ku, têkeliyên navbera her du aliyan warên bazirganî, perwerde û rewşenbîrî li xwe digir in. Ev serdan, herwesa, minasibetek bû ji bona tekîdkirin li ser xwesteke Keyaniya Yekbûyî ku, wek hevbeşeke rasteqîne di hemû waran de, digel herêma Kurdistanê bimîne.

Herwesa, ji bona wan destkeftiyên di van salên dawiyê de, tevî ew şideta li deverên din yên Îraqê û Suriyeyê cîran de heye, li herêma Kurdiatnê  bidestve hatine weke; aramî û îstîqrara nisbî, wezîrê karê derve pîrozbahî li serokwezîrê herêma Kurdistanê  kir.

Herwesa me, li ser hilbijartinên vê dawiyê yên Îraqê û gavên ber bi pêkanîna hikûmeta federal gotûbêj kirin. Hewesa serokwezî û partiyên kurdistanî yên din ji bona ku, li ser beşdarîkirin di pirosesê de berdewam bin teşwîq kirin.

Back to top button