Malbat ji PKK daxwaza zarokên xwe yên revandî dikin
Malbatên ku zarokên wan ji aliyê PKK ve hatine revandin li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir xwepêşandeneke girseyî saz kirin û di daxuyaniyekî de daxwaza zarokên xwe kirin.
Sê malbatên ku li bajarê Diyarbekirê zarokên wan yên 15 salî ji aliyê PKK ve hatibûn revandin li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir civiyan û daxuyaniyeke belavkirin. Malbatên xemgîn daxwaz ji Serok Komar û Serok Wezîr û Abdullah Ocalan kirin ku zarokên wan bi awayeke zindî radestî wan bikin.
Her wiha daxuyaniyê dane zanîn ku eger zarokên wan neyên berdan ewê li ber avahiya Serokayetiya Bajarvaniya Mezina Diyarbekir greva birçîbûnê saz bikin. Malbata zarokên 15 salî Halime Gunduz, Firat Aydin Eren û Hatip Temel dane zanîn ku zarokên wan gelek biçûkin û piştî ku ew zarok hatine revandin dayikên wan bi zîndî hatine binaxkirin.