Teqîna Tirbesipiyê plana PYDê bû
Ajansa Parastina Asayişa Kurdistanê ji bilî ku tuhmetên PYDê red dike, dibêje ku teqîna 9-5-2014 ya Tirbespî plananeke PYDê bû ji bo kuştina kesek bi navê Remezan Muhemed.
Di daxuyaniyekê de ku kopîyek ket destê KDP.info, Ajansa Parastina Asayişa Kurdistanê, ragehand ku di plana PYDê de ya teqîna Tirbesipîyê hem Remezan Hesen hate kuştin him jî hincetek bo binçavkirina Pêşeng Mûsa kete destê PYDê .
Ev jî tekesta wê daxuyanîyê ye:
Di çend rojên derbasbûyî de asayişa PYDê nûçeyekî derew û dûr ji rastîyê belav kiriye û Ajansa Parastina Asayişa Kurdistanê bi wê teqînê tuhmetbar kiriye ku dest ajansê di teqîna Tirbesipîyê de hebû, em wek Ajansa Parastinê ji bilî ku wan tuhmetan ret dikin, em ji raya giştî ya Kurdistanê re diyar dikin ku ev teqîn planeke PYDê bûye.
Di vê teqîna han de mala welatiyekî bi navê Beşîr Mecîd Mûsa yê bernas bi Pêşeng Mûsa bûye amanca teqînê û Pêşeng Mûsa jî bi xwe ji aliyê PYDê ve hate binçav kirin û bi danana plana teqînê hate tawanbarkirin.
Tişta ku dibe li ser were seknandin ewe ku di encama vê teqîna han de kesek bi navê Remezan Muhemed Hesen ku endamê asayişa PYDê bû canê xwe ji dest daye, di navbera wî kesî û PYDê de kêşe hebûye û şîniyên deverê jî bi wan kêşeyên han zanin.
Di vê plana han de hem Remezan Hesen hate kuştin him jî hencetek bo binçavkirina Pêşeng Mûsa kete destê PYDê, Pêşeng Mûsa yê ku hatiye bin çav kirin çalakvanekî Xwendekaran û gencane, lewre em weke Ajansa Parastina Asayişa Kurdistanê eşkere dikin ku Pêşeng Mûsa ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û selametiya wî dikeve stuyê PYDê de.
Li Rojavayê Kurdistanê li jêr sîya PYDê çalakiyên siyasî li her kesekî hatîye qedexe kirin û çalakvanên siyasî bi hencetên curbicur û tometên bêyî bingeh tên binçavkirin û tên wendakirin û nimûneya wan jî wenda kirina Behzad Dorsin û Nesredîn Berheke.
Mixabên PYD ku hevkarê nêz yê dezgehên daplosêner yên welatekî dagîrkere hewl bo wê yekê dide ku bi eşkenceyê wan girtiyan neçar bike daku ev tawanên ku ji aliyê PYDê ve hatine kirin bigirin stuyê xwe.
Em weke Ajansa Parastina Asayişa Kurdistanê hevdem ligel redkirina ev tawanên han bi tevahiya hêz û karînên xwe ve li dijî tirsandin, teror, rifandin û teng kirina çarçoveya azadiya welatiyan radiwestîn û ev kiriyarên PYDê jî şermezar dikin û em di vê baweriyê dene ku vê rojek ev rastî darizandinê di dadgeha wêcdana gel de dibin.
Ajansa parastinê
15.5.2014