Polîtîk

Serokê Kurdistanê li gel Tevgera Goran civiya

Îro pênçşem 15.05.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û şandekî li gel kir ku ji Emerê Seyîd Elî û Heme Tofîq Rehîm Endamên Civata Nîştimaniya Tevgera Goran pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî amade bû, hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û encamên wê û her wiha nameya Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê ya ji bo aliyên siyasiyan xistin ber behs û guftûgoyê û axaftin li ser wê yekê hate kirin ku çawa Kurd bikarê bi yekdengî muamele li gel proseya siyasî û hikûmeta nû ya Iraqê bike. Her li vê hevdîtinê da ew mekanîzma hatin nirxandin ku ji bo îdaredana karubarê Kurd li Bexda bi wê sedemê ve tîmekî hevbeşa hêzên Kurdistaniyan bê pêkanîn û wergirtina wan postên ku li Bexda ji bo Herêma Kurdistanê girîngin hate nirxandin.

Mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û şanda Tevgera Goran, pêkanîna kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew giriftên ku bûne rêgir li ber pêkanîna kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste bi zûtirîn dem kabîneya heştem dest bikarbê bo ku bikarê bi baştirîn awayî rûbirûyê tehdîdên nû bibê.

Back to top button