Erdogan piştî 99 sala taziya Ermeniyan kir
Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan bi minasebeta 23ê Nîsanê ku li Tirkiye roja ilankirina komarêye wek cejna zarokan tê pîrozkirin, axavtinek kir.
Erdogan di axavtina xwe de behsa pirsa komkujiya Ermeniyan kir û bi awayekî qebûl kir ku komkojiya Ermeniyan hatiye kirin.
Wek tê zanîn sala 1915ê ji aliyê dewleta Osmaniyan ve fermana Ermeniyan hatibû dayîn. Hersal 24ê meha Nîsanê wek salvegera komkujiya Ermeniyan tê bîranîn.
Erdogan jî bi vê minasebetê 23ê Nîsanê di axavtina xwe de got ku, ew Ermeniyên sala 1915ê hatîn kuştin , ez niha taziya zarok û neviyên wan dikim û bila serê wan saxbe.
PiştîBê guman ev gotina Erdogan ji aliyê welatên din ve gavek erênî hate nirxandin. Ev cara yekem e ku berpirsek bilind yê dewleta Tirk bi vî cureyî behsa komkujiya Emeniyan dike û bi navê dewletê taziya wan dike.