Civak

“Piştî hevdîtina Malikî û PKKê mesela xendekê ket rojevê”

Derbarê kolandina xendekan de, hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku polîtîkaya AKPê ya li dijî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li dijî polîtîkayên aştiyê ne.

Demîrtaş got “Kolandina xendekan, pêkanîna ambargoyan, astengkirina neşandina amûrên mirovahî, piştgirîya komên radîkal, yek ji şaşiyên sereke yên ku pêvajoya aştiyê dînamît dike”.

Hevserokê BDPê diyar kir ku “kesên ku xendek kolandin di bin xendekê de man û ti caran xendek meşa azadiyê li Rojavayê Kurdistanê nade sekinandin”.
Demîrtaş herwiha got “Ne bi xendekan, lê bi yekçtiya gelan divê çareserî pêk bê. Bi kolandina xendekan ewlekarî pêk nayê, lê berevajî wê yekê, ew pirsgirêkan kûrtir dike”.
Demîrtaş bal kişande ser PDKê û got “Eger wiha berdewam bike, ewê di dema pêş de rê li ber pirsgirêkan veke”.
Demîrtaş herwiha got “PDKî zirarê dide me hemûyan”.

Di vê barê de KCKê jî daxuyaniyek da û got “Wê siyaseta xendekvaniyê bi sernekeve û em ji PDKê daxwaz dikin ku yekser dest ji vê helwesta xwe ya şaş û neheq berde û bi kûrkirina sînorên mêtîngeriyê re yên li Kurdistanê ti pirsgirêk çareser nabe”.

Li ser van xwepêşandan û êrîşên partî û rêxistinên nêzîkî PKKê û yên ser bi wê ve, li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê di derbarê kolandina xendekê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got “Kolandina wan xendekan ne li dijî ti kesî û ti aliyan e, armanc ji wê yekê parastina ewlekariya Herêma Kurdistanê ye û parastina herêma Kurdistanê xeta sore û di ser her tiştî re ye”.

Serokwezîr Barzanî herwiha got “Ji bo parastina Herêma Kurdistanê çi pêwîst be, emê bikin, wê kolandina xendekan berdewam bikin û eger ku pêwîst bû emê tiştên din jî bikin”.

Di barê heman mijarê de, fermandarê giştî yê pêşmergeyên Zêrevanî Lîwa Ezîz Weysî jî di hevpeyvîneke xwe ligel malpera Nêrîna Azad de got “Bi armanca perçekirina Başûrê Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê, sala derbas bûyî hikûmeta Iraqê dest bi operasyonên hêzên Dicle kir. Lê hêza Pêşmerge ew neçar kir ku gava xwe paşve bavêje û paşve vegere. Diyare, tiştê ku Malikî bi hêza eskerî nikarîbû, bi rêya PKKê provokasyonên pêk tîne. Piştî hevdîtina Malikî û PKKê, mesela xendekê kete rojevê”.

Ezîz Weysî herwiha got “Cihê ku xendek lê tê kolandin, ew cihe ku qaçaxcî lê tevdigerin, li wê derê hêzên ne di bin kontrolê de sînor ji xwe re bikar tînin û ne tenê qaçaxcî, herwiha çekdarên el-Qaîde jî, sala derbasbûyî ew sînor bikar anîn, tê de derbasî Hewlêrê bûn û li Hewlêrê bi êrîşê rabûn”.

Weysî diyar kir ku “deriyên sînor ên fermî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve vekiriye û xwedîderketina li Kurdên Rojava û pêşwazîkirina wan deynek e”. Fermandarê giştî yê Pêşmergeyan got “Tiştek tine ye bi navê Pirsa Xendekan, pirsa parastina ewlekariya Kurdistanê heye. Li derdora Hewlêrê bi xwe jî xendek hatine kolandin û kolandina wan xendekan li ser sînor ne li dijî PYDê ye û ne jî li dijî hêz yan jî aliyekî din e”.

Di dawiya hevpeyvîna xwe de Ezîz Weysî got “Hinek alî dixwazin bi destê PKKê istîqrara li Herêma Kurdistanê xerab bikin û di nava Kurdan bi xwe de şer derxînin” û ji PKKê xwest ku neyê wê lîstokê.

Rudaw

Back to top button