Polîtîk

Kurdistan yekem herême li cîhanê artêşa wê ji artêşa navendê bihêztire

Serkirdeyekê Îtîlafa Dewleta Qanûnê radigihîne Herêma Kurdistanê yekem herême li cîhanê artêşa wê ji artêşa hikumeta navendî bihêztire û dupat jî dike ku herêm li Iraqê de bûye arîşe.

Samî Eskerî serkirdeyê diyarê Dewleta Qanûnê, di hevdîtinekê da di gel kanala Sumeriye ‌dibêje: Kurdan ew maf heye dewletek hebe, lê dijî wê yekê ne ‌ku dewletek di nav dewletekê da hebe.

Her wiha xuya kiriye ku Herêma Kurdistanê ji bo Iraqê bûye ‌arîşe, ji ber ku dest têwerdanê di karubarên îdarî yên Iraqê da dike û nahêle kes dest têwerdanê di karubarên wê da bike.

Eskerî got: Herêma Kurdistanê take herême li ser ruyê cîhanê ku artêşa wê ji artêşa hikumeta navendî bihêztir be.

Back to top button