Polîtîk

Divê Iraq di Dadgeha Navdewletiya Tawanan bibe endam

Wekî mîsogeriyek ji bo dubarenebûna tawanên enfal û jenosayda li beranber gelê Kurd, daxwaz tê kirin Iraq bibê ‌endamê Dadgeha Navdewletiya Tawanan.

Di beyannameyekê da rêxistina Tora Hevalbendiya Rêxistinên Kurdistanê ragihand, di 26 saliya tawanên enfalan da, em daxwaz dikin Iraq îmzayê li ser peymannameya Roma bike, ji ber ku eve ‌dê baştirîn garantî be ji bo dubarenebûna tawanên enfal û jenosaydê.

Dadgeha Tawanên Navdewletî bi armanca rêgirîkirina li tawanên enfal û jenosaydê û sizadana tawanbaran, li sala 2002 ê hatiye damezrandin û 122 welat têda endamin.

Back to top button