Filmê Mano Xelîl yê „Apê Îrbom“ xelat wergirt

Filmê Derhinêrê Kurd Mano Xelil xelata yekem a Festîvala Sînama a Navnetewî a Bozen 2014 stand.
 
Filmê Mano Xelîl bi navê „Mêsevan“ bi elmanî „Der Imker“ roja 13.4.2014 li festîvala navnetewî a Itali Bozen Film Festival ku ji roja 9. Nisanê heta 13 Nisana 2014 li dar ket hat laiyqî xelata yekem girt.
 
Ev xelat bo xelata heystemin a navnetewî ku filmê Mano Xelil bi dest xest. Film çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».

Mano Xelîl niha li herema Kurditanê filmê xwe ê nu bi navê «Hechecîk» diksîne.
Kisandina filmê nu Hechecîk heta roja 24 Nisanê bedewam dibe.

 

Nerîna min :