Polîtîk

Bob Ross ê Kurda hunermend Mehmet Salih Korhan

Bob Norman Ross hunermendê şêwekarê Amerikî ye ku dema wêne û hunera şêwekariyê tê gotin pêşî navê wî tê bîra mirov. Bonus bi wêne û tabloyên xwe ketiye dilê hunermendê Kurd Mehmet Korhan û ew jî dixwaze li ser rêya Ross bimeşe û bibe Ross ê Kurdan.

Korhan 19 sale karê şêwekariyê dike û armanca wî ewe ku ew jî wekî Bob Ross bimîne dilê hezkirên xwe de. Ew niha li Dunya TV bernameya Zimanê Firçe pêşkêş dike û her rojên yekşemê demjimêr 11:45 an de li gel hunerhezan tabloyên şêwekariyê xêz dike.

Hunermendê Şêwekar Mehmet Salih Korhan li televizyona Dunya TV de raz û sirrên hunera şêwekariyê li gel temaşevanan parve bike. Bernameya Korhan dê 20 ji beşan pêkbê.

 

Back to top button