Polîtîk

Kurdistan piştî 11 sal rûxana Bees berdewam pêşdikeve

Herêma Kurdistanê zêdetirîn sud ji rûxana rejîma Be’es dît û nêzîkî 11 salên derbasbûyî de tevgera geşbûnê li vê beşa Iraqê de bi berdewam berev jor ve hildikêşe û hevkêşeyên dinê li gel navçeyên Iraqê cûda bûne û hê jî Iraq nekariye asayîşa navxwe ya jî dabîn bike. Li wav hemû pêşketinan de Partiya Demokrata Kurdistanê rola yekem û mezin dîtiye û li ser destê PDK serdemekî zêrîn ji bo xelkê Kurdistanê pêkhatiye.

Herêma Kurdistanê piştî azadkirina Iraqê ketiye nav qonaxekî taybetî ya geşbûnê ku gelek car ev lezbûna geşbûnê wekî rûdawekî seyr bûye manşêta kovar û rojnameyên cîhanî.

Serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê li van 11 salên derbasbûyî de bi rastî dîtinê ve siyaset kiriye û Herêma Kurdistanê tevlî bargirjiyên siyasiyên navçeyê nekiriye, her eve jî sedemek bûye ji bo wê yekê ku Herêma Kurdistanê wekî mînakeke başê pêşketinê li Iraqê de tê dîtin.

Back to top button