Polîtîk
Li çiyayê Ramanê rojane 20.000 bermîl neft derdikeve
Li çiyayê Raman a bajarê Batmanê berhemanîna neftê ji aliyê TPAO zêde bûye û rojane 20.000 bermîl neft tê derxistin.
Ji aliyê rêxistina nefta Tirkiyê ya bi navê TPAO berhemanîna xwe ya neftê li Bakûrê Kurdistanê zêde kiriye û li herêmên Raman û Ramana Rojava rojane 20.000 bermîl neft berhem tîne.
Rayedarên dewleta Tirkiye didin zanîn ku ew êdî bi awayeke nûjen û metodên nû xebatê dikin û her wiha li heman herêmê xebatên peydakirina qadên nû bîrên nû yên neftê didome û ew dixwazin vê berhemanînê roj bi roj zêdetir bikin.


