Xaleta Xecê li mala xwe de 10 pisîkan xwedî dike
Li bajarê Batmanê jineke 65 salî li mala xwe de pisîkên li kolan û kûçeyan de bê xwedî mayî berhev dike û wan pisîkan li mala xwe de xwedî dike.
Jineke bi navê Xecê Atasever bi salane li mala xwe de pisîkan xwedî dike. Xecê xanim dide zanîn ku pisîk li kûçe û kolanan li hember metirsiyên mezin re rû bi rû ne û ji bo parastina wan, pisîkan li mala xwe de berhev dike û xwedî li wan derdikeve. Her wiha xanima Xecê dide zanîn ku ji ber temendirêjiya xwe ew êdî bi awayeke baş nikare xwedî li wan derkeve û ji bo wê yekê jî daxwaz ji bajarvaniyê dike ku ji bo pisîkên bê xwedî maleke parastinê bê vekirin. Her wiha ew dide zanîn ku piştî wê bi çavê xwe dîtiye ku li kolanê pisîkek li bin seyareyeke de hatiye kuştin ji wê demê ve ew xwediyê li pisîkên kolanê dike.
Li berdewamiya axaftina xwe de Xecê Atasever dibêje: Bi salane ez li mala xwe pisîkan xwedî dikim, ew wekî zarokên minin lê belê ji bo vê yekê jî cîranên min naxwazin werin mala min. Her wiha kurên min ku li bajaroka Midyadê dimîne, gelek caran min dawetî mala xwe dike lê ez ji ber pisîkên xwe nikarim biçim mala kurê xwe. Eger ez biçim kesek tûne alîkariya van pisîkan bike. Ji bo vê yekê jî ez daxwaz ji bajarvaniya Batmanê dikim ku ji bo parastina pisîkan malake taybet bê avakirin.