Polîtîk

Davutoglu: Herêma Kurdistanê ji bo me dergehê hemû Iraqê ye

Ahmet Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye û Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Wanê piştî kombûneke dû alî civîneke rojnamevaniyê saz kirin.

Di destpêka civîna rojnamevaniyê de Ahmet Davutoglu axîvî û da zanîn ku Iraq û Herêma Kurdistanê di warê bazirganiyê de piştî welatê Elmanya tê. Davutoglu got: Herêma Kurdistanê ji bo me dergeheke girînge û Kurdistan ji bo me dergehe ji bo hemû Iraqê.

Her wiha Davutoglu got: Her cara ku me hevdîtinê li gel cenabê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribe, hemû carê wan spasiyên xwe pêşkêşî xelkê Wanê û vê deverê kirine.

Back to top button