Kultur

Başûrê Kurdistanê beşdarî Şahiya Çanda Bedlîsê

Bi çavdêriya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Bedlîsê, Koleja taybet ya Selahedîn Eyubî û Saziyên Perwerdehiyên Fezalar ya Başûrê Kurdistanê li bajarê Bedlîsê dê şahiya Mezopotamya û Çanda biraderên Anadol bê saz kirin.

Di derbarê şahiya ku dê li hola werzîşî ya kolejê de pêkbê Ayetullah şimşek Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Bedlîsê (BİSİAD) got: Şahiyê de wê xwendekarên Saziyên Perwerdehiyên Fezalar ya Başûrê Kurdistanê dixwînin bi Kurd, Tirk û Ereb ve bi stran û helbestên Kurdî, Tirkî û Erebî beşdar bibin.

Her wiha da zanîn ku di vê şahiyê de çandên Mezopotamya û Anadolê nêzîkî hevdû bibin û dê ji Hewlêr, Silêmanî, Kerkuk, Soran, Musil, Bexda û Helepçe, Ramadî û ji Basrayê 80 xwendekar û 40 mamoste beşdar bibin.

 

Back to top button