Rezan Okten ku bi salane li nav BDP de siyasetê dikir û têkoşînê dida, ji BDP veqetiya bi awayeke serbixwe beşdarî hilbijatinên bajarvaniyê dibe.

Okten ku ji gelê Silopî piştgiriyê werdigre dibêje li hemberî wan neyîniyên ku ji me dixwestin em “Kor, Ker, Bêdeng” bibîn, me xwest em rola xwe bibînin û ji bo vê yekê jî me biryarê da ku bi awayeke serbixwe beşdarî hilbijartinan bibîn.

Her wiha Rezan Okten Namzetê Serbixwe yê Bajarvaniya Silopî dibêje: “Serxwebûn wekî taybetmediyeke kesayetiya mine. Her dem min xwestiya tişta rast û dirust bikim. Ez ne li hember kesekî din bûme namzet û ne lîstikvanê tu partiyeke me.”Ez ji hemû partiyan daxwaz dikim siyaseteke paqij bikin û ji niha ve ji her kesekî re serkeftinê dixwazim. Li hemberî vê pergal û sîstemê ez bi tenê çiqas dikarim li berxwe bidim, lê dema ku mirov hizir bike, ji ber mêşeke biçûk ya pûşî çendîn şevan bê xew dimîne, eve jî bandora wê mêşa biçûke. Eger ew serbikeve, ji bo çi tu sernekevî. Bi vê rêyê min jî xwest ez têkoşîna xwe bidomînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: