Polîtîk
8. Festîwala Adar û Newroz li parka Şaneder destpêkir
Îro li Parka Şaneder a bajarê Hewlêrê 8. Festîwala Adar û Newroz bi amadebûna Parêzgerê Hewlêr û çendîn Parlementer û Nûnerên Welatên biyanî destpêkir.
Di destpêka 8. Festîwala Adar û Newroz de Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de behsa girîngiya 11 Adarê û Beyannameya 11 Adar û roja rizgarkirina Hewlêrê ji destên rejîma ruxayiya Bees kir û eger wê demê gelê me serî hilneda îro me nedikarî em vê festîwala xwe li dar bixin.
Piştî axaftina Parêzgerê Hewlêrê Festîwal bi beşdariya çendîn hunermendên Kurdistanî berdewam bû û her wiha li asîmana Hewlêrê jî firokeyên pêşandanê çendîn çalakiyan li dar xist û asîmana Hewlêrê bi rengên Kesk û Sor û Zer û Spî xemilandin.