Kultur

Li Wan ê Dêra dîrokî ya Ermeniyan kirin kadîn

Li bajaroka Şax (Çatak) a bajarê Wan ê, Dêra kevnar ya Ermeniyan piştî demeke ku wekî xwendingehek hatibû bikaranîn niha jî wekî kadînek tê bikaranîn.

Li bajaroka Şax ku 30 km dûrî bajarê Wan ê ye, Dêra dîrokiya Ermeniyan piştî ku demeke dirêj wekî xwendingehek hatibû bikaranîn niha jî wekî kadînek tê bikaranîn. Gundiyan di nava Dêrê de ka, û dar û pejink tije kirine û ji rayedarên bajar û bajarokê dixwazin ku ev dêr bê nûjenkirin û ji bo geştuguzariyê bê bikaranîn. Muzaffer Aktug Birêvebirê Geştuguzarî û Çandiyê ya bajarê Wanê da zanîn ku wan vê daxwaza welatiyan bi erênî wergirtine û wê di demeke nêz de dest bi amadekariyên nûjenkirinê bikin.

Dêra ku ji bo xwendingehê 5 sal hatibû bikaranîn, piştî ku xwendingeh hatiye girtin, Dêr bê xwedî maye û gundiyan jî vê dêrê wekî kadînê bikaraniye. Dêra ku çend odeyên wê hatiye rûxandin ji aliyê gundiyan ve derî ji bo wê hatiye çêkirin. Li gor axaftina gundiyan berî çend salekî geştiyar serdana vê dêra dîrokî dikirin lê belê piştî ku kesek xwedî lê derneket roj bi roj dêra kevnar berev ruxandinê ve rû bi rû ma. 

Back to top button