Kultur

Kurtefîlma "Pasaport" karê xwe bi dawî anî

Karê wênegirtina kurtefîlma (Pasaport) temam bûye û niha jî li qonaxa montajkirinê ye û naveroka vê kurtefîlmê behsa kurekî Kurd û keçekî Ewrûpî dike ku hez ji hevdû dikin û piştî salek berdewambûnê, keça Ewrûpî daxwaz ji kurê Kurd dike ku biçe cem wê û dawetnameyekî ji bo wî dişîne.

Daxwaza Kurê Kurd ji aliyê Konsolxaneyê ve nayê qebulkirin kurik bi navê gihîştina evîndara xwe diçe serdana gelek konsolxaneyan dike ku vîze wergire. Lê belê rêgirî lê tê kirin û gelek rêyên cûr bi cûr diceribîne û dawiyê da berê xwe dide karekî neyasayî. Bê hêvîtî wiha li kurikê dike ku hêviya xwe ji bo xwekujiyê dibe lê belê hewldanên xwe de ser nakeve. 

Senaryo û derhênana vê kurtefîlmê Raber Mihemede û her wî bi xwe jî rola serekiyê li vê fîlmê da leyistiyê. Her wiha Newzad Xaneqînî, Şara Ros, Darewan Zirar, Şiwan Koyî, Cemal Cebarî, Hêro Hesenzade, Arser Arî Serheng jî têda rol dibînin û karê wênegirtinê jî Areş Ebasî kiriye.

Back to top button