Gelê Kurd BDP û Huda-Par bi tundî hişyar dike
Li ser tora civakiya facebookê Kurdên Bakûrê Kurdistanê bi daxuyaniyên tund hewldanên BDP û HUDA-PAR rexne dikin û daxwaz dikin ku êdî ezmuna Kurdan, ya li gel Kurdan bi dawî bibe.
Di daxuyaniyê de nivîsiye ku Divê êdî ezmuna Kurdan, ya li gel Kurdan bi dawî bibe, ji bilî hevrikiya şirîn, nebin rikeberên hev. Li gel hevdû wekî ku hun şer bikin têkoşînê nekin. Di derbarê aştiya civakî de li pêkve bin. Yan jî wekî van ayetên quranê yên li xwarê de hatiye, yan vê emanetê baş biparêzin, yan jî kesek ne heta hetayî ye.
Her wiha di daxuyaniyê de behsa ayateke Quranê dike û dibêje: Xwedayê mezin li ayeta sureya Ali-Imran û ayeta 104 an de kerem dike: Ey mumînno! bila li nav we de civakek hebe ku qenciyê bike û xerabiyê veşêrê hebe. Eve ew kes wê selametî û felahê peyda bikin.