Civak

8 Adarê Roja Jinên Kedkarê Cîhanê Pîroz Be

Em di destpêkê de cejna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li tevayî jinên Kurdistanê û tevayî jinên cîhanê pîroz dikîn û em Şeyda Hatemî Keça xwendekara Kurd bi bîr dihênin,

Roja şemiyê (01.03.2014) cenazeyê keçeke Kurd a bi navê Şeyda Hatemî di beşa navxweyî ya keçan (Bêntul Huda) ya zanîngeha Çandiniya Nazlû ya bajarê Urmiyê de kuştî hat dîtin. Hatemî (24) xelkê gundê Nuwi ya devera Mirgever a bajarê Urmiyê bû. Li gor zanyariyan çend dilopên xwînê li ser ebayê wê bûn, stu û tiliyeke wê şikestine.

Em xemgînî û êşa malbata Şeyda û ya heval û dostên wî parve dikin,Bila serê malbata wî, serê heval û hogirên wî sax be!

Em dibêjin 8’ê Adarê bi be wesîleya Rûxana Dîktatorên Dagîrkerên Kurdistanê bi taybetî Rûxana rejîma mullayên Îranê û Azadî û serxwebûna Kurdistanê.

8 Adarê 2014


Tevgera Şoreşgerên Araratê

Balkêş e ?
Close
Back to top button