Civak

D.X.B. alîkariya 2300 malbatên wargeha Kevirgoskê kir

Bi mebesta xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya kar û çalakiyên xwe da xwarina rojane li ser 2300 malbatên penaberên wargeha Kevirgoskê da dabeş kir.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjahiya helmetên berdewamiyên li nav wargeha penaberên Rojavayê Kurdistanê, xwarina rojane li ser 2300 malbatan de dabeş kir, xwarin jî pêkhatibûn ji: (Goştê Mirîşk, Nîsk, Savar, Lobya, nohk, rûn, paqle) ku bi awayeke rêkûpêk li ser hemû malbatên wargehê da hate dabeşkirin.

Ev helmeta Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam li hemû wargehên penaberên Rojavayê Kurdistanê birêve diçê û bûye cihê rizamendiya rûniştvanên wargehê û spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin. Hemwelatiyên wargehê destxweşiyên xwe pêşkêşî Dezgehê kirin û ragihandin: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam rojane pêdiviyên wan dabîn dikin, eve jî cihê destxweşî û rêzgirtina wane.

Back to top button