Polîtîk

Ciwanên Bakûr bûne mîhvanê Başûrê Kurdistanê

Di 16.02.2014 an de roja yekşemê li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyên salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekarên) Kurdistanê hate pîrozkirin û şandeke Tevgera Ciwanên Kurdistanê jî beşdarî vê rêwresma pîrozbahiyê bûn.

Li gor zanyariyan Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi şandekî 14 endamên xwe ve tevlî şahiya Qutabiyan a leqa Zaxoyê bûn. Di dawiya bernameyê de li ser navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê, Serhat Mêrdînî plaketên xwendekar û xebatkarên Qutabiyan belav kir.

Her wiha Mêrdînî li vê rêwresmê de axaftinek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê peyamê ye:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Xwişk û Birayên Ezîz Qutabiyên Hêja

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê 61emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bi hemû germahiya dilê xwe pîroz dikin.

Dijminên me çi qas zêde bin û welatê me perçe kiribin jî, tekoşîna me ya netewî her dem bênavber domiya. Di tekoşîna me ya netewî de tiştek eşkere heye. Li ku derê cihanê xebateke netewî çêbibe tesîra xwe li hemû Kurdan dike. Îro bi azad bûna başûrê Kurdistanê em vê rewşê hîn çêtir dibînin û pê serbilindin.

Em baş pê dizanin ku azad kirina axê ne hêsan e. Ked û berxwedanek bê hempa jê divê. Başûrê Kurdistanê jî di encama vê ked û berxwedanê de îro gihaştiye azadiya xwe. Di vê berxwedanê de bênîqaş Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê jî xwedî ciheke girîng e.

Di 18ê sibata 1953 yan de Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê di bin şert û mercên dijwar, li serê çiyayên Kurdistanê, di bin sîbera pêşmergeyên qehreman de hate damezrandin. Di bin zor û zehmeteka dirêj de xebatên xwe meşand û di her du şoreşên mezin de rolekî gelek girîng lîst. Di destpêkê de tenê li başûrê Kurdistanê xebat hebûn. Belê îro cihê dilşadî û şanazîyê ye ku Qutabî li her çar parçeyên Kurdistanê birêxistinin û çalakin. Ji ber bîranîna vê roja pîroz em bejna xwe li ber şehîdên Qutabiyên qehreman wek Mamûn Debax, Kurdistan Salih, Rêber Mele Hisên, Azad, Cewad, Nerîman, Lêyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê û serkirdê şehîdan Mele Mistefa Barzanîyê Nemir ditewînin.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê xwe wek endamên xwezayî ya Yekîtiya Kutabiyên Kurdistanê dibînin. Îro em bextewarin ku li perçeya azad em bi we biraderên qedirbilind re salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê pîroz dikin.

Em di xebatên we de serkeftinê dixwazin. Xwedayê mezin û dilovan piştgirê we be û we biparêze.

Li gel slav û rêz. 

 

Back to top button