Polîtîk
Serokwezîr pêşwaziya Zana û Onder kir
Serokwezîrên Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Parlamentera Amedê Leyla Zana û parlementerê HDPê Sirri Sureya Onder, li Hewlêrê civiya.
Wek ku di daxuyaniya civînê de hatiye, Barzanî, Zana û Onder behsa pêvajoya aştiyê, hewlên çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê, rola Herêma Kurdistanê û piştgiriya wê ji pêvajoyê re û gavên dawî yên danûstandinan, kirin.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem ligel wê yekê ye ku pirsa Kurd li Tirkiyê bi awayekî aştiyane û di rêya danûstandinê re bê çareserkirin, û ji bo vê mebestê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştigriya vê pirojeyê kiriye û dike.
Ji aliyê xwe Leyla Zana û Sirri Sureya Onder “Spasî û pêzanînên Ocalan gihandin Nêçîrvan Barzanî bo wê rola wî ya erênî di destpêkirina pêvajoya aştiyê û berdewamiya wê de ligel Tirkiyê, û daxwaz ji Barzanî kiriye ku berdewam bin li ser piştgirîkirina pêvajoya aştiyê.”
Herwiha di daxuyaniya civînê de hatiye ku “Ocalan behsa rola Idrîs Barzanî, bavê Nêçîrvan Barzanî, kiriye ku çawa di destpêk û naverasat salên heştêyî de roleke bi bandor di haşkirin û yekxistina rêzên hêz û aliyên Kurdistanî de dîtibû.”