Şîrketên Yunanî li Kurdistanê veberhênanê dikin
Yekemîn şanda fermî ya bazirganî û sermaguzarên Yunanî serdana bajarê Silêmanî kirin li gel parêzgerê Silêmanî civiyan.
Sekreterê Giştî yê Peywendiyê Aboriyê Derekiyên Wezareta Derveya Yunan jî radigihîne ku demeke nêzîk de geşta raste rasta li navbera Yunan û Firokxaneyên Herêma Kurdistanê destpêdikin.
Li gor daxuyaniyeke parêzgeha Silêmanî îro 12.02.2014 Behroz Mihemed Salih Parêzgerê Silêmanî bi amadebûna berpirsên Yekîtiya Şandin û Anîna Kurdistanê, li gel xanima Magdalînî Karakolî Sekreterê Peywendiyê Aboriyê Derekiyên li Wezareta Derveya Yunan û şandekî bazirganî û veberhênerên Yunanê civiya.
Li civînê de parêzgerê Silêmanî tîşk xiste li ser taybetmendî û şiyana aborî û helên kar ya li Herêma Kurdistanê û parêzgeha Silêmanî kir. Her wiha tekez li ser hemahengî û pîştevanîkirina wan ya li dema hatina wan ya Kurdistanê û encamdana sermayeguzariya li Herêma Kurdistanê da kir.