Polîtîk

D.X.B pêdiviyên tendirustiyê li ser nexweşxaneyên Hewlêrê dibexşê

Bi mebesta zêdetir xizmetkirina warê tendirustiyê û bi taybetî ew nexweşxaneyên pêwîstiyekî mezin bi derman û keresteyên pizîşkî heye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam hevkariya çendîn nexweşxaneyên li seranserê Herêma Kurdistanê kiriye. Ji bo vê mebestê jî li helmetekî nû da zêdetirê 300 karton pêdiviyên tendirustiyê bexşiye nexweşxaneya Nanekelî ya li bajarê Hewlêrê ku taybete bi nexweşiyên xwîn û şêrpence.

Roja 10/02/2014 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta zêdetir yarmetîdana kertê tendirustiyê, bi taybetî ew nexweşxaneyên ku çareseriya nexweşiyên demdirêj têda têne encamdan, li destpêşxeriyek de zêdetirê 300 kartonê cûr bi cûrê pêdiviyên tendirustiyê ji bo nexweşxaneya Nanekelî ku taybet bi çareseriya nexweşiyên xwîn û şêrpençeyê dabîn kir. Hevkariyên wê jî serinc, amêra pêdana mixezî, destewaneya pizîşkî, demamk, rûpoşiya neştergerî, pakijker û derziyên cûr bi cûr û her wiha çarşefa neştergeriya nexweş pêkhatbûn. 

Ji aliyê xwe ve berpirsên îdariya nexweşxaneyê gelek spasiya hewla Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku bi awayeke berdewam hevkariyên tendirustî ji bo nexweşxaneyên taybet dabîn dike, Nexweşxaneya Nanekelî jî yek ji wan cîhane ku çareseriya nexweşên xwîn û şêrpençe têda tê encamdan.

Hêjayî gotinêye ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berdewam hevkariya tendirustiyê ji bo nexweşxaneyan bi bê cûdahî dabîn dike wekî mînak jî îsal ji bo her yek ji nexweşxaneyên Hîwa ya li bajarê Silêmanî û nexweşxaneya Ranye û Qeladizê û çend navçeyekî din dabînkiriye.

Back to top button