Polîtîk

Daxûyaniya Tevgerê

Daxûyanî

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê û Çapemenîyê re

Em di sala 2010an de wek rêxistineke ciwanan derketin ser qada têkoşîna netewî. Derketina me ji ber hewcedariyekê bû. Ev hewcedarî, qels bûna xeta netawî ya li bakûrê Kurdistanê bû.
Gelek rêxistinên Kurda hene. Lê pirbûna rêxistinan, wan nake rêxistinên netewî. Ji ber vê yekê derketina Tevgerê hewcedarîyek bû.

Têkoşîna netewî, rêyek dirêj e. Lê me di vê dema kinde gelek tiştan kir.
Vana çend mînakin ji xebatên me.

Di encama xebatên me de, niha li Dîyarbekir, Qosar, Cizîr û Slopî çar komeleyên me hene. Li gelek welatan hevalên me hene. Li Dêrika Hemko nûnertiya Tevgerê heye. Hevalên me yên Ewropa ji bo xebatên xwe bikin komîsyona xwe ava kirine.

Xeynî van xebatên me, me tişteke din kir ku girîngiya wî zêde ye. Me li bakûrê welêt ji bo rêxistinan asta netewîbûnê diyar kir. Ev ast ji xwe diyar bû lê ji ber ku mînakek li ber çav tune bû kes guh nedidayê û ji ber vê yekê jî xeta netewî qels bûbû. Îro hemû kes dizane, bêyî parastina nirxên netewî û bêyî daxwza dewlet bûnê kes nikare îdia bike ku ew rêxistineke netewî ye.

Em ciwanên vê netewê ne û xizmetkarên gelê xwe ne. Armanca me dilşadiya we ye, armanca me azadî ye, armanca me serxwebûna Kurdistanê ye.

Em wek Tevgerê bi vê hişmendiyê û bi van armancan derketin rê û me peyva Barzanîyê Nemir li guhên xwe kiriye guhar; Emê di şikestinê de bêhêvî nebin, di serkeftinê de ji ser xwe ve neçin.

Rêya me dûr û dirêj e û em hîn di serê rê de ne. Armancame ewe ku em li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê birêxistin bibin û hişmendiya netewî li bakûrê Kurdistanê bikin hişmendiya serdest.

Em îro li vê de rê bi vekirina komeleya xwe yê 4. gaveke din diavêjin di vê rêya pîroz de. Hun hemû mêvanên rêzdar û xwişk û brayên çapemenîyê bi xêr hatin, ser seran û ser çavan hatin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

Back to top button