Polîtîk

Dewleta Kurd, serdana Barzanî ya Amerika paşxist

Rojnameya Alem: Sedema redkirina serdana Barzanî ya Amerîka behskirina dewleta Kurd bûye

Rojnameya Alem ya Erebî ragihandiye ku sedema redkirina serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Washingtonê bi sedema ewe bûye ku Barzanî bi niyaz bûye li Amerîka behsa dewleta Kurd bike û nivîsiye “Amerîka Barzanî agahdarkiriye ku ew ji ragihandina dewleta Kurd nîgeranin”.

Her çende biryar bu li çend rojên derbasbûyî de Barzanî serdana Amerîka bike, lê belê ew serdan hate betalkirin û di derbarê sedema wê jî daxuyaniyên cûda cûda têne dayîn û belavkirin.

Medyayên PDK balê dikşînin li ser wê yekê ku Cîgirê Serokê Amerîka, Joe Biden nîgeran bûye ji betalkirina wê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, sedem jî ewe bûye ku dema serdanê ne guncaw bûye, lê belê rojnamey Alem ya Erebî, li hejmare 958 ê îro de li ser zimanê diblomasiyekî Amerîkî ve balkişandiye li ser wê yekê ku sedema betalkirina serdana Barzanî ji aliyê Amerîka ve bûye, eve jî bi sedema ewe bûye ku Barzanî li ajandaya serdana xwe da bi niyaz bûye behsa damezrandina dewleta Kurd bike.

Li gor rojnameyê çavkaniyeke dîblomasî eve ragihandiye Joe Biden, Barzanî agahdar kiriye ku ew naxwaze li Washington hevdîtina wî bike ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê mebesta xwe ewe bûye li vê serdanê da behsa ragihandina dewleta Kurd bike.

Her wiha balkişandiye li ser wê yekê ku Joe Biden ji Serokê Herêma Kurdistanê re ragihandiye “Baştire ku li hengavên berev ragihandina dewleta Kurd de lezê neke û şîretê li Barzanî kiriye li çarçêweya Iraqekî federal de bimînin, ji ber ku sûda wê ji bo Kurdistanê zêdetire”.

Dîblomatê ku endamê tîma taybetî ya karubarê Iraqe li Wezareta Derveya Amerîka zelalkiriye ku Cîgirê Serokê Amerîka nîgeraniya Washington ji Serokê Herêma Kurdistanê re ragihandiye eger bê û Barzanî dewleta Kurd ragihîne, ji ber ku her karekî bi vî awayî dibê sedema têkçûna pêvajoya welatên Îran, Iraq, Suriye û Tirkiye.

Rojnameya Alem balkişandiye li ser wê yekê ku Barzanî ajandaya serdana xwe ya ku ji bo Washingtonê şandiye ewe xistiye ru ku dixwaze axaftinê li ser ewe bike plana destpêka damezrandina dewleta Kurd ya li 5 salên pêş de bixeru, bi wê sedemê jî Joe Biden amade nebûye pêşwaziyê li Serokê Herêma Kurdistanê bike.

Back to top button